Di salekê de li derveya Îraqê canê xwe ji dest dane.
Navenda Lûtke yaku taybete bi karûbarên Koçberan ragihand ku koç kirin li Îraqê weke salên derbasbûyî berdewame û sedemên vê jî nebûna ewlekarî û aramiya siyasiye.
Li gor daxuyaniya Lûtke ku bi minasebeta roja cîhaniya Koçberiyê belav kiriye, di sala 2021an de bi giştî 53 hezar welatiyên Îraqê ber bi derveya welat koç kirine û 53 ji wan di rê de canê xwe ji dest dane.
Termê 36 koçberên ku canê xwe ji dest dane, bo Îraqê hatiye vegerandin lê termên ewin din hîn ji li derveya welate.
Navenda Lûtkeyê diyar kiriye ku di sala 2020an de jî 34 hezar welatî li Îraqê koç kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin