Erbil 38°C Tuesday 18 Mar 06:11

Aloziyên navbera Rûsye û Rojavayê zêdetir dibin

Rûsye hêzeke zêde şandiye ser sînorên Ukraynayê.
کوردستان TV
100%

Rûsye du balefirên metirsîdar şandiye esmanê Belarûsê.

Di çarçoveya aloziyên navbera Rojava û Rûsyeyê de, îro hikûmeta Rûsyeyê gaveke metirsîdar avêt.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Rûsyeyê, îro yekşem du balefirên Topolov yên Rûsî yên ku dikarin bombeyên etomî jî li gel xwe bibin, şandiye esmanê Belarûsê.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ev du balefirên han vê bi qasî 4 seatan li ser esmanê Belarûsê bifirin û li gel hêzên esmanî yên vê welatî, çend çalakiyên hevbeş pêk bînin.

Weke tê zanîn jiber Ukrayna û mijara endam bûna welatên Ewrûpaya Rojhilat di nava NATOyê de alozî di navbera Rojava û Rûsyeyê de hene û Rûsye gelek hêzên xwe yên leşkerî şandiye ser sînorên Ukraynayê û tê gotin ku piştî sersalê vê Rûsye Ukrayna jî dagîr bike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.