Îro civîna wan ya hevbeş li Silêmanî hatibû lidarxistin.
Piştî civîna hevbeş ya her du mekteb siyasiyên PDK û YNK li Silêmanî, daxuyaniyeke hevbeş hate belav kirin.
Di daxuyaniya han de PDK û YNK tekez li ser vê yekê kirine ku berdewam dibin li ser piştîvanî kirina hikûmetê û hewldanên hikûmeta Kurdistanê yên bo çareser kirina kêşeyên heyî.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di civînê de her du alî li ser vê yekê ku lazime aliyên Kurdî li Bexdayê li ser pirsên netewî û nîştimanî hemfikir bin, lihev kirine û ragihandine ku lazime Kurd li Bexdayê bo parastina destkeftiyên xwe yekdeng û yekgirtî bin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin