Heyder Qurbanî duhê hatiye darvekirin.
Piştî ku duhê li girtîgeha navendî ya Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî ji aliyê rejîmê ve hate îdamkirin, birayê wî Hesen Qurbanî, daxuyanî da dengê Amerîkayê.
Hesen Qurbanî diyar kiriye ku, rayedarên dadgeh û girtîgehê ji wan re gotine ku Heyder Qurbanî nayê îdamkirin û wenêrîn bo dosyeya wî tê kirin, lê duhê dema em li bendê encama wenêrînê bûn, ji me re gotin ku hatiye îdamkirin.
Hesen Qurbanî herwiha eşkere kiriye ku hem rejîm û him jî dadgeh baş dizanîn ku Heyder ne kesek kuştiye û ne jî çek daye ser milê xwe, lê dîsa jî biryara îdam kirinê cîhbicîh kirin.
Weke tê zanîn Heyder Qurbanî di sala 2016an de hatibû girtin û duhê li girtîgeha navendî ya Sineyê hatibû darvekirin û dema veşartina cenazeyê wî jî xwepîşandanên gelek mezin hatin kirin û Rojhilatiyan di merasîmê de diroşmeyên şehîd namirin, qatil rejîm û çend diroşmeyên din dijî rejîma Îranê qiriyan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin