Erbil 38°C Tuesday 18 Mar 06:09

Rûsye gef dike û dibêje hêza leşkerî bikar tîne

Ukrayna hewl dide bibe endamê NATO yê.
کوردستان TV
100%

Dibêje nabe NATO nêzî sînorên me bibe.

Aloziyên navbera Rûsye û welatên Rojavayî beredewamin û her diçe aloziyên han jî kûrtir dibin.

Ji aliyekê ve NATO hewl bo vê yekê dide ku Ukrayna weke endam qebûl bike û li hember de jî Rûsye li dijî vê yekê ye ku Ukranya anjî welatên din yên ku endamên Yekîtiya Soviyeta berê bûne, bibine endamên NATOyê.

Wezareta derve ya Rûsyeyê huşdarî daye NATO û diyar kiriye ku eger NATO berdewam be li ser siyaseta xwe ya wergirtina welatên cîran yên Rûsyeyê, vê demê Rûsye neçar dibe ku hêz û rêbazên leşkerî bikar bîne.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.