Aliyên şîe serdana Hewlêrê dikin

vê giftûgo li ser ava kirina hikûmeta nû were kirin.
کوردستان TV
100%

Vê li gel raydarên Kurdistanê bicivin.

Biryare sibê çarşem şandeke aliyên şîe yên ku bi çarçoveya hemahengî tên nasîn, bi Serokatiya Serokê hevpeymaniya dewleta qanûnê Nûrî Malikî serdana Hewlêrê bike.

Ev serdana han di demekê deye ku tevahiya aliyên şîe ji bilî tevgera Sedir, encamên hilbijartinên 10 Cotmeha îsal red dikin.

Li gor zaniyariyên berdest, ev şanda han li gel rayedar û aliyên siyasî yên Kurdistanê dicive û nîqaş li ser ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.