Hevpeymaniya Erebî ev êrîş pêk aniye.
Hevpeymaniya Erebî ya dijî Husiyan yaku Erebistana Siûdî pêşengiya vê dike ragihand ku duhê bi şev êrîşî ser balefirxaneya Senayê yaku bûye navendeke girîng ya leşkerî ya Husiyan kiriye.
Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku jiber qanûnên navnetewî û mafên mirovan hin cîhên balefirxaneyê hatine parastin lê cîhên ku bi mebesta leşkerî hatine bikaranîn hatine bordimankirin.
Heta niha ne Husî û ne jî hevpeymaniya erebî derbarê zirarên êrîşê de ti daxuyanî nedane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin