Di encama topbarana Tirkiye û cîhadiyan de canê xwe ji dest dane.
Navenda çapemeniyê ya hêzên Sûriyeya demokratîk derbarê topbarana duhê ya Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bo ser bajarokê Zirganê ya li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya navenda çapemeniya HSDê de hatiye diyarkirin ku di encama topbarana ku duhê danê êwarê hatiye kirin, 3 welatî canê xwe ji dest dane ku du jin û zilameke dan emrin.
HSDê herwiha diyar kiriye ku di encama topbarana Tirkiye û cîhadiyan de 4 welatiyên din yên medenî jî birîndar bûne û di nava birîndaran de zarokek 4 salî û yek 11 salî jî hene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin