Du belem li behra Spî binav ketine.
Saziya Koç û koçberiyê ya cîhanî yaku bi IOM tê nasîn ragihand ku li peravên Lîbyayê du belemên ku tîje Koçber bûne binav ketine.
Li gor daxuyaniya IOM di nava wan her du beleman de 163 Koçber ji welatên cuda cuda de hebûne û tevahiya wan canê xwe ji dest dane.
Ji aliyeke din ve peyvdarê IOM diyar kiriye ku hêzên hawar hatinê karîne vê dawiyê 210 koçber ku 10 ji wan zarok û 35 ji wan jinin ji mirinê rizgar bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin