Berfê rêya gelek bajar û gundan daxistiye.
Pêleke bihêz ya berf barînê Bakûrê Kurdistanê daye berxwe û jiber barîna berfeke zêde rêya zêdetir ji 140 bajar, bajarok, gund û cîhê nîştecîhbûnê hatine daxistin.
Herwiha li heein deverên Bakûrê Kurdistanê weke Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûsê jî aliyên têkildar huşdariyê didin xelkê û dibêjin bila xelk baldar be jiber ku egera daketina aşûtan heye.
Li Başûr Kurdistanê jî li gelek cîhan berf bariye, îro çarşem jî berf barîn gehêşte çiyayê Sefîn û Pîrmamê li Bakûrê Hewlêrê.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî li cîhên bilind weke Urmiye, Makû, Serdeşt, Bane, Merîwan û Hewramanê jî berfeke baş bariye.
N: E. G


komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin