Tirkiye û komên cîhadî êrîşî Til Temerê kirin

HSD dibêje li çend mihweran şer û pevçûnên dijwar hene.
کوردستان TV
100%

Êrîşa bejahî îro danê sibê destpê kiriye.

Navenda çapemeniya HSD ragihand ku îro çarşem danê sibê, artêşa Tirkiye û komên cîhadî  yên Tirkiyeyê dest bi êrîşeke berfire ya bejahî bo ser gundê Omkêf li Til Temerê kirine.

HSD diyar kiriye ku hêzên wan jî bi dijwarî bersifa êrîşê dane, niha li çend aliyan şer û pevçûnên dijwar di navbera HSD, artêşa Tirkiye û komên cîhadî de berdewame.

Weke tê zanîn duhê jî Tirkiye û cîhadiyan devera Zirganê topbaran kiribûn û di encam de 3 welatî canê xwe ji dest dabûn û 4 welatî jî birîndar bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.