Şanda han îro bi Serokatiya Nûrî Malikî hatiye Kurdistanê.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke aliyên siyasî yên şîe yên ku bihevre eniya çarçoveya hemahengiyê pêk anîne kir.
Di civînê de Serok Barzanî û şanda mêwan giftûgo li ser encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê, hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, prosesa siyasî û metirsiyên heyî yên li berdem prosesa siyasiya Îraqê de kirin.
Di civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime sûd û fêde ji ezmûna desthilata berê ya Îraqê were wergirtin û pirensîbên hevbeşî, şeraket û hevsengiyê di desthilatdariyê de li ber çav werin girtin.
Di berdewamiya civînê de behsa metirsiyên terorê, hewldanên heyî yên bo rûbirû bûna terorê, metirsiyên berdem Îraqê, xizmetgozarî û daxwazên welatiyan hate kirin û tekez li ser berdewamiya hewldanên heyî bo lihev nêz kirina aliyan hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin