Hikûmeta Îraqê bo aramiya Şingalê rêkarên nû dixe meriyetê

dibêje vê rêkarên nû werin cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Di civîna Serokwezîr li gel rayedarên Îraqê de nîqaş li ser rewşa Şingalê hatiye kirin.

Nivîsîngeha Serokatiya civata wezîran ya Îraqê ragihand ku, di civîna Serokwezîr Mistefa Kazimî ya li gel rayedarên ewlekarî yên Îraqê de giftûgo li ser rewşa Şingalê û Rojavayê parêzgeha Nînovayê hatiye kirin.

Di civîna han de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî diyar kiriye ku hikûmeta Îraqê girîngiyeke zêde dide dabîn kirina aramiyê li Şingal û Rojavayê parêzgeha Nînovayê.

Her di heman civînê de hatiye gotin ku lazime tevahiya hewlên aliyên têkildar bo dabîn kirina aramiyê li Şingal û derdorê werin bitevgerkirin û bo vê yekê jî vê rêkarên nû werin diyarkirin û bikevin meriyetê.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa parêzgehên din yên Îraqê bi taybetî parêzgehên ku di nava wan de xwepîşandan hene û çawetiya dabîn kirin û cîhbicîh kirina daxwaz û pêdiviyên Xwepîşanderan jî hatiye kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.