Çarenivîsa çalakvana Kurd ne diyare

beriya hefteyekê ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Li Sineyê beriya hefteyekê hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê beriya hefteyekê çalakvana Kurd Kejal Nesrî xelkê Tengîser ya ser bi Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatiye girtin.

Hengawê diyar kiriye ku, rixmî ku hefteyek bi ser girtina vê re derbas dibe, lê hîn jî kes nizane li kûderê ye û çarenivîsa vê nediyare û malbet û kesûkarên vê jî ti zaniyariyên wan derbarê Kejal de tunene.

Hêzên îtlaatê beriya hefteyekê jiber sedemeke nediyar Kejal Nesrî binçav kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.