Di mehekê de 27 kolberên Kurd bûne qurbanî

3 welatî jî rastî cezayê girtîgehê ya heta hetayî hatine.
کوردستان TV
100%

Hêzên rejîmê êrîşî ser wan kirine.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, di vê mehê de li Îranê bi giştî 27 Kolber û Kasibkarên Kurd bi êrîşên raste rast yên çekdarên rejîmê, hatine kuştin û birîndarkirin.

Hengawê herwiha diyar kiriye ku di nava vê mehê de, di nava girtîgehên Îranê de du welatiyên Kurd bi awayeke gomanbar canê xwe ji dest dane û 3 welatiyên din jî jiber teqîna mînan bûne qurbanî.

Hengawê diyar kiriye ku di heman demê de welatiyeke din yê Kurd bi êrîşa raste rast ya Îranê hatiye kuştin û 28 welatiyên din jî bi hincet û sedemên curbicur hatine girtin. dadgehên rejîmê cezaya girtîgehê ya heta hetayî daye 3 welatiyên Kurd.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.