Ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin.
Biryare îro pêncşem li bajarê Bûkanê ya Rojhilatê Kurdistanê merasîmek bo girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî yaku ji aliyê rejîmê ve hatibû girtin, were organîzekirin.
Hêzên rejîma Îranê jî li dijî wan kes û çalakvanên ku hewl bo organîze kirina merasîmê dane dest bi operasiyonê kirine û di çarçoveya operasiyona han de Rojnamevan û çalakvanê jîngehparêz yê Kurd Amanc Qurbanî hatiye girtin.
Weke tê zanîn girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî roja yekşemê ya vê hefteyê ji aliyê rejîmê ve hatibû darvekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin