Hevkariyên Dihukê gehêştine Hewlêrê

di lehiya Hewlêrê de 12 kesan canê xwe ji dest dabû.
کوردستان TV
100%

Gelek pere û pêdiviyên din yên jiyana rojane ya xelkê ne.

Piştî 5 rojan kempîna kom kirina hevkariyan li Dihukê bo zirar dîtiyên lehiya Hewlêrê îro ev hevkariyên han gehêştine Hewlêrê.

Di merasîmekê de Parêzgarê Dihukê Elî Teter ev hevkariyên han yên ku pêk hatibûn ji zêdetir ji 600 miliyon dînar û pêdiviyên din yên jiyana rojane weke xwerak, betanî, sobe û kelûpelên din,  radestî Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav hate kirin.

Di merasîmê de Parêzgarê Dihukê ragihand ku Hewlêrê ne bi tenê ye û ya me hemûyane û lazime em hevkariya zirar dîtiyan bikin.

Parêzgarê Hewlêrê jî spasiya xelk û Walîtiya Dihukê kir û ragihand ku bi sîstekeme rêk û pêk ev hevkariyên han li ser zirar dîtiyan werin dabeşkirin.

Li Helebce û Silêmanî jî kempînên hevkarî kirinê hatine ragihand û tê payîn hevkariyên wan du parêzgehan jî di wan rojan de bigehêjin Hewlêrê.

Weke tê zanîn şeva pêncşem li ser înê ya hefteya derbasbûyî li Hewlêrê lehiyeke mezin çê bû û di encam de 12 kesan canê xwe ji dest dabû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.