Erbil 38°C Wednesday 27 Aug 14:19

Li Rojhilatê Kurdistanê greva seraserî destpê kir

greva seransî destpê kir û tevahiya bajar û bajarok daxistîne.
کوردستان TV
100%

Li dijî îdam kirina girtiyê siyasî yê Kurd grev hatiye kirin.

Îro li piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê weke diyar kirina nerazîbûna xelkê li dijî îdam kirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî û herwiha mehkûm kirina rejîma Îranê bazar û dikan hatin daxistin.

Li Sine, Merîwan, Mehabad, Bûkan, Serdeşt, Bane, Seqiz û gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê kasibkar û xelk dikan û cîhên xwe venekirin û hatûçû jî nehate kirin.

Ev helwesta yekgirtî ya Rojhilatiyan bo mehkûm kirina rejîma Îranê û îdam kirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbaniye.

Weke tê zanîn Heyder Qurbanî roja yekşemê li girtîgeha navendî ya Sineyê hatibû darvekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.