Dibêje bila ji welat der nekevin.
Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî beşdarî di merasîmeke olî ya Mesîhiyan de yaku bi boneya cejna jidayikbûna Hezretê Îsa Mesîh hatibû organîzekirin kir.
Di vê merasîma han de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî diyar kiriye ku, diyalog çareseriya herî başe bo awedan kirina pêşeroja Îraqê, lê hin alî li Îraqê hewl dane astengî bo diyalogê çê bikin û hebûna kemîneyan jî weke xaleke lawaz binirxînin niha me ti çareyek ji bilî çê kirina diyalogê tuneye.
Kazimî diyar kiriye ku Mesîhiyên Îraqê xwedan roleke gelek girîngin û lazime hana wan were dayîn daku li welat bimînin û jiber kêşe û aloziyan, warên xwe bicîh nehêlin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin