Ji aliyê hevpeymaniya Erebî ve hatine kuştin.
Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiye ya li dijî çekdarên Husî, ragihand ku hêzên wan karîne di nava 2 rojan de zêdetir ji 42 êrîş û operasiyon li dijî Husiyan lidar bixin.
Li gor daxuyaniya hevpeymaniya Erebî di encama wan operasiyon û êrîşan de yên ku li naverasta Yemenê de hatine pêkanîn herî kêm 243 çekdarên Husî hatine kuştin û 20 tirimbîlên leşkerî yên Husiyan jî hatine têkbirin.
Heta niha çekdarên Husî derbarê vê daxuyaniyê de ti daxuyanî nedane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin