Hadî Amerîk: Em hebûna hêzên Amerîkî qebûl nakin

dibêje serweriya Îraqê bo me xeta sore.
کوردستان TV
100%

Hin alî dibêjin Amerîka nevekêşaye.

Li gel nêz bûna dema dawî hatina prosesa vekêşîna hêzên şerker yên Amerîkî, hin aliyên siyasî yên Îraqê behsa vê yekê dikin ku Amerîka hêzên xwe nevekêşaye û navekêşe.

Hin alî jî gef li hêzên Amerîkî dikin û dibêjin piştî ser salê vê êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Îraqê bikin.

Her di vê çarçoveyê de Serokê hevpeymaniya Fetih ku basikê siyasî yê heşda şebiye diyar kiriye ku, ev hebûna hêzên Amerîkî qebûl nakin.

Serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amerî di gotarekê de ku duhê di bîranîna rizgar kirina Zulîe pêşkêş kiriye diyar kiriye ku ev bi ti awayî hebûna leşkereke Amerîkî, piştî bi dawî hatina prosesa ku di rêkeftinê de hatiye diyarkirin, qebûl nakin.

Amerî diyar kiriye ku serweriya Îraqê xeta sore û kes nikare li gel bilîze.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.