Erbil 38°C Wednesday 27 Aug 21:12

Îsraîl bersifa Îranê dide

dibêje em bersifa her cure êrîşeke mûşekî didin.
کوردستان TV
100%

Duhê Serokkomarê Îranê gef kiribû.

Di çarçoveya aloziyên navbera Îran û Îsraîlê de, piştî ku duhê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kiribû ku, vê bi dijwarî bersifa her cure êrîşekê bidin û hevsengiyên deverê biguherin, Fermandarê hêzên navxweyî yên Îsraîlê jî bersifa Reîsî da.

Fermandarê hêzên navxweyî yên Îsraîlê Ori Gordin duhê bi şev ragihand ku Îsraîl bi her awayî xwe bo qonaxa piştî bêencam bûna danûstandinên etomî yên di navbera Îran û cîhanê de amade kiriye.

Fermandarê hêzên navxweyî Ori Gordin diyar kiriye ku Îsraîl ji niha ve xwe amade kiriye û bo bersifdana Îranê anjî êrîşî kirine ser navendên etomî yên Îraqê xwe amade kiriye û li benda encama danûstandinane.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku hêzên berevanî û leşkerî yên Îsraîlê amadene bersifa her cure êrîşeke mûşekî ya Îranê jî bidin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.