Li Bexdayê dîsa alozî hene

biryare dadgeh îro derbarê encamên hilbijartinan de biryar bide.
کوردستان TV
100%

Alîgirên aliyên nerazî dest bi xwepîşandanê kirin.

Biryare îro dadgeha federalî ya Îraqê biryara xwe ya dawî derbarê encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê de eşkere bike.

Beriya destpê kirina civîna dadgehê, endam û alîgirên aliyên nerazî ji encamên hilbijartinan, li Bexdayê dîsa daketin kolanan û deriyên navçeya kesk ya li Bexdayê ku girîngtirîn navçeye li Bexdayê daxistin.

Xwepîşander û hêzên ewlekarî yên Îraqê bi awayeke du alî êrîşî hev dikin, niha xwepîşandan didomin û dadehê jî hîna biryara xwe nedaye, lewre tê payîn piştî biryara dadgehê, vê xwepîşandana han aloz bibe û xwepîşander êrîşî ser dezgeh û navendên hikûmet bikin.

Beriya niha aliyên nerazî ji encamên hilbijartinan ku tevahiya wan aliyên şîe yên ser bi Îranêne gefa vê yekê kiribûn ku eger dadgeh encaman bipejrîne vê dest bi xwepîşandanên gelek mezin bikin û rewş aloz bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.