Ji 2015an ve heta niha qedexe berdewame.
Li gor jêderên nûçeyan ji Bakûrê Kurdistanê, di duyem roja sala nû de, walîtiya Colemêrgê biryara qedexeya derketinê li 11 herêm û navçeyên vê parêzgehê ragihandiye.
Li gor biryara walîtiyê, ji roja 2ê Çiraya paşî heta 14ê çiraya paşê li 11 herêm û navçeyên Colemêrgê qedexeya derketinê heye û ev 11 navçe weke navçeyên qedexekirî yên leşkerî hatine ragihandin.
Weke tê zanîn ji sala 2015an ve heta îro qedexeya derketinê li piraniya bajar û deverên curbicur yên Bakûrê Kurdistanê de berdewame.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin