Jiber serma û seqemê canê xwe ji dest daye.
Dayikeke Efxanî yaku xwestiye li gel her du zarokên xwe, biçin Ewrûpayê, li ser sînorên navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê ji ber serma û seqemê di nava berfê de canê xwe ji dest daye.
Li gor zaniyariyên berdest, ev dayika Efxanî, yaku xwestiye zarokên xwe bi selametî bigehîne Tirkiye û ji wir jî bigehîne Ewrûpayê, li ser sînorên navbera Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê de, jiber sermaya zêde piraniya kincên xwe ji xwe kiriye û li zarokên xwe kiriye daku sermaya wan nebe.
Şêniyên deverê ku cenazeya ev dayika Efxan dîtine qala vê yekê jî dikin ku dayika wan zarokan, corabên xwe jî ji lingên xwe derxistiye û xistiye destê zarokên xwe.
Şahêdên bûyerê dibêjin ku rixmî hewldanên dayika wan, lê zarok jî rastî sermayê hatine û destên wan şewitîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin