Prosesa onlîne li Amerîkayê destpê kir

heta du hefteyan prosesa xwendinê onlîne dibe.
کوردستان TV
100%

Jiber zêdebûna Koronayê xwendin bi onlîne.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, jiber zêde bûna dubare ya Koronayê bi taybetî cureya nû ya Koronayê yaku bi Omicron tê nasîn, gelek rêkarên nû bo xweparêziyê hatine ragihandin.

Di çarçoveya wan rêkaran de, prosesa xwendinê li gelek zanîngeh û navendên xwendinê bi onlîne dibe.

Ev biryara han biryareke demkiye û vê du hefteyan were cîhbicîhkirin lê eger Korona herwisa zêde be, prosesa onlîne jî vê berdewam be.

Weke tê zanîn jiber Omicronê, hefteya derbasbûyî Amerîkî rixmî qedexe kirina geştên welatiyên xwe bo çend welatan, hevdem, nêzî 200 firînên esmanî jî bo çend welatan hilweşandibû.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.