Xwestine zarokên wan birevînin.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me yê li Kerkûkê dane, duhê êwarê Erebên hawirde li gundê Pilekane ya ser bi Kerkûkê, êrîşî ser mala welatiyekî Kurd kirine.
Erebên hawirde bi çek êrîşî ser mala welatiyê Kurd kirine û hewl dane yek ji zarokên vê malê birevînin.
Erebên han bi hevkariya çekdarên heşda şebî ev êrîş pêk anîne û raste rast êrîşî ser çend malên din yên li derdor jî kirine.
Erebên han gef li şêniyên gundê kirine ku eger gundê xwe bo wan wala neke vê dîsa êrîşî ser wan bikin.
Weke tê zanîn gundê Pilekane dikeve nahiyeya Sergeran ya li Rojavayê Kerkûkê û ev çend care ku erebên hawirde hewl bo dagîr kirina vê gundê didin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin