Biden: Emê bi tundî bersifê bidin

dibêje bi tundî bersifa Rûsyeyê didin.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokkomarê Ukraynayê giftûgo kiriye.

Li gor daxuyaniyeke koşka Spî Serokê Amerîkayê Jeo Biden di peywendiyeke telefûnî de li gel Serokkomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy behsa aloziyên heyî yên di navbera Rûsye û Ukraynayê de kirine.

Di peywendiya han ya telefûnî de Serokê Amerîkayê ji Serokkomarê Ukraynayê re gotiye ku vê Amerîka li hember zêdegaviyên Rûsyeyê yên li deverê bêdeng nemîne û Amerîka bi her awayî berevaniya hevbeş û hevpeymanên xwe bike.

Biden herwiha diyar kiriye ku eger Rûsye hewl bide zêdetir pêşde biçe û axa Ukraynayê dagîr bike vê Amerîka bi tundî û dijwarî li hemberî Rûsyeyê raweste.

Weke tê zanîn di mehên dawî yên sala par heta niha alozî di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de zêde bûne û hin alî dibêjin ku Rûsye hewl bo dagîr kirina Ukraynayê dide.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.