Erbil 38°C Thursday 28 Aug 03:36

Îsraîl bang li karmendên saxlemiyê dike vaksîna çaran li xwe bidin

îsraîl yekem welat bû ku tevahiya welatiyên xwe vaksîne kir.
کوردستان TV
100%

Îsraîlê bang li karmendên saxlemiyê kir ku doza çaran ya vaksîna vîrusa korona li xwe bidin.

Li gor banga hikûmetê, kesên ji 60 salî mezintir jî tê xwestin ku doza duduyan vaksîna xurtker li xwe xin.

Karbidestên Îsraîlê di rojên borî de bo vaksîna Pfizer – BioNTechê biryar dabû ku ew wek doza duduyan ya xurtker were karanîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett diyar kir ku ew di berevanîya diî vîrusa korona de ketine qonaxeke nû.

Bennett diyar kir ku welatê wî dê di karanîna vaksînê de careke din pêşengiya cîhanê bike.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.