Nakokî diveke navbera aliyên sune

her du hevpeymaniyên suneyan berbijêrên xwe hene.
کوردستان TV
100%

Jiber postê Serokatiya Parlementoya Îraqê aliyên sune lihev nakin.

Pisporên Îraqî behsa vê yekê dikin ku li gel dom kirina aloziyên navbera aliyên şîe yên li ser encamên hilbijartinan û çawetiya ava kirina hikûmeta nû de, alozî ketine navbera her du aliyên sereke yên suneyan.

Sune di hilbijiartinên vê dawiyê de bi du hevpeymanî beşdarî di hilbijartinan de kiribûn ku ev her du hevpeymanî jî navên wan Teqedum û Ezme.

Hevpeymaniya Teqedom ji aliyê Serokê berê yê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî ve tê Serokatî kirin û ev hevpeymaniya han dîsa dixwaze Helbûsî bibe Serokê Parlementoyê, lê li hember de hevpeymaniya Ezm jî dijî vê yekê ye û berbijêrê xwe bo vê postê heye.

Ev her du aliyên sune heta niha li ser vê postê lihev nekirine.

Weke tê zanîn biryare 9ê vê mehê parlementoya Îraqê bicive û parlementerên nû sonda qanûnî bixwen û dest bi karên xwe yên zagonsaziyê bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.