Dibêje lazime dev ji gef kirinê berde.
Wezîrê derve yê Siûdiyeyê Feysel Bin Ferhan ragihand ku eger Îran dev ji destwerdarî kirin di karûbarên welatên deverê û gef kirin li wan welatan berde, vê demê Ereb amadene têkiliyên xwe yên li gel Îranê normal bikin.
Bin Ferhan herwiha eşkere kiriye ku, destê Ereban bo Îraniyan dirêj kirîne lê bi mercek ku Îran dev ji gef kirina welatan û destwerdanî kirin di nava karûbarên wan de berde.
Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku lazime Îran dev ji piştîvanî kirina komên çekdar û domandina bernaeya xwe ya etomî ya bo çê kirina çekên etomî berde.
Weke tê zanîn heta niha çend caran di navbera Îran û Siûdiyeyê de bo normal kirina têkiliyan, civîn hatine kirin lê heta niha encameke fermî ji wan civînan derneketiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin