Dadgeha Kanadayê ceza da Îranê

di bûyerê de 63 welatiyên Kanadayî canê xwe ji dest dabûn.
کوردستان TV
100%

Vê Îran 107 miliyon dolar tezmînatê bide.

Dadgeha Kanadayê li ser dosyeya xistina balefireke Ukraynî ji aliyê Îranê ve biryara xwe ya dawî da.

Di biryar nameyê de dadgehê hikim kiriye ku Îran neçare jiber xistina balefira Ukraynî yaku sala 2020an ji aliyê hêzên leşkerî ya Îranê ve hatibû xistin, 107 miliyon dolar tezmînatê bide.

Beriya niha jî Îran diyar kiribû ku vê bo kesûkarên qurbaniyan 150 hezar dolaran bide.

Di nava balefira ku ji aliyê Îranê ve hatibû xistin, 63 welatiyên Kanadayî canê xwe ji dest dabûn.

Weke tê zanîn balefira Ukraynî di 8ê çiraya paşê ya 2020an de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû xistin û di encam de 176 kes canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.