Êrîşî ser navenda Eyn Esed hate kirin

dorne ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Êrîş bi rêya dorneyan pêk hatiye.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku, kêliyek beriya niha bi du dorneyên bombekirî êrîşî ser hêzên leşkerî yên Îraqê yên li navenda leşkerî ya Eyn Esedê hatiye kirin.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê kariye wan her du dorneyan li derveya navendê biteqîne û bixe erdê.

Navenda leşkerî ya Eyn Esed navendeke mezin ya leşkerî ya Amerîkayê ye ku dikeve parêzgeha Enbarê û heta niha çand caran ji aliyê komên çekdar ve rastî êrîşan hatiye.

Weke tê zanîn duhê jî bi du dorneyên din yên bombekirî êrîşî ser navenda leşkerî ya Victoria ya li Bexdayê hatibû kirin.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.