Ji aliyê hevpeymaniya Erebî ve hatine kuştin.
Li gor çapemeniya Erebî îro danê sibê, hevpeymaniya Erebî bi rêya bejahî û esmanî operasiyoneke gelek mezin li dijî çekdarên Husî li parêzgeha Şebove ya Yemenê daye destpêkirin.
Di encama operasiyona han de herî kêm 100 çekdarên Husî hatine kuştin û hêzên hevpeymaniya Erebî jî di pêşrewiyê dene.
Weke tê zanîn çekdarên Husî bi piştîvaniya Îranê sala 2014an Senaya paytexta Yemenê dagîr kirine û di sala 2015an de jî bi Serokatiya Siûdiye hevpeymaniya Erebî hatiye avakirin û piştîvaniya hikûmeta Yemenê dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin