Amerîka bi hejmara pêketinên Korona rekorê dişkîne

di rojekê de 1 miliyon kes bi Koronayê ketine.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku di 3’yê Rêbendanê de li Amerîka 1 mîlyon pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Amerîka hefteya borî bi rojane 505,109 pêketinan rekor şikandibû, lê ew hejmar piştî hefteyekê bû du qat û li cîhanê rekor şikand.

Reuters dide zanîn ku hefteya borî nexweşên ketine nexweşxaneyê 50 ji sedê zêde bûne û piştî zivistana sala borî cara pêşî ketina nexweşxaneyan zêde bû.

Li Amerîka hefteya borî rojane bi qasî 486,000 pêketin hatin tomar kirin û ew rêje di heft rojan de du qat bû û hejmara pêketinên rojane yên hemî welatan derbaz kir.

Reuters dide zanîn ku li Amerika di mehên Berfanbar û Rêbandanê de rojane 1300 kesan canên xwe ji dest dane ku êdî bi giştî hejmara mirinên ji korona li dû pêketinan û ketinên nexweşxaneyê dimîne.

Xuya dibe ku Omicron li gor cureyên din yên vîrusa korona zûtir belav dibe, lê kêmtir nexweşxanîyên giran çêdike.

Lê karbidestên saxlemîyê dibêjin jiber Omicronê hejmara pêketinên korona zêde bûye û ew yek barê nexweşxaneyan giran dike.

Eyaletên Delaware, Illinois, Maryland, Ohio û Washington ya paytext didin zanîn ku di rojên dawî de hejmara kesên ketine nexweşxaneyan rekorê dişkîne.

Reuters dide zanîn ku jiber zêdebûna pêketinan vê hefteyê pirtir ji 3200 dibistanên li Amerîka hatine girtin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.