Di rojekê de ev duyemîn êrîşe.
Çapemeniya Îraqê ragihand ku şeva derbasbûyî bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkayê ya li Enbarê kiriye.
Li gor çapemeniya Îraqê êrîşa şeva derbasbûyî bi mûşekan pêk hatiye û sîstema berevaniya mûşekî ya li navenda Eyn Esed jî kariye êrîşa han pûç bike.
Ti zirarên canî û madî yên êrîşa han nebûne.
Şahêdên bûyerê jî behsa vê yekê kirine ku bi çavên xwe dîtine ku mûşek li ser kamiyonekê bûne û ji aliyê çend kesan ve hatine avêtin.
Weke tê zanîn duhê danê sibê jî dîsa êrîşî ser Eyn Esedê hatibû kirin û ev duyemîn êrîşe di nava 24 seatan de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin