Korona li cîhanê dîsa ser hilda

di rojekê de zêdetir ji 24 hezar kesan pê ketine.
کوردستان TV
100%

Li Holendayê jî hijmareke gelek zêde bi Koronayê ketine.

Li gel derketina cureya nû ya Koronayê yaku bi Omîcronê tê nasîn, rêkarên tendirostî li cîhanê jî tên zêdetirkirin lê rixmî vê jî hijmara pêketiyan her diçe zêdetir dibe.

Di vê derbarê de çapemeniya Holendayê diyar kiriye ku di nava 24 seatan de zêdetir ji 24 hezar welatiyên din bi Koronayê ketine. Hikûmeta Holendayê diyar kiriye vê rêkarên nû weke daxistina bazar û cîhên giştî cîhbicîh bike.

Herwiha li Almanya, Fransa û Danimarkayê jî jiber zêde bûna hijmara pêketiyan, rêkarên nû yên tendirostî tên sepandin.

Herwiha li Amerîkayê jî di nava 24 seatan de zêdetir ji 1 miliyon kes bi Koronayê ketine.

N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.