Amerîka: Emê bersifa wan êrîşan bidin

dibêje emê bersifeke tund û dijwar didin.
کوردستان TV
100%

Dibêje amadekariyên pêwîst kirine.

Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê derbarê êrîşên ku di wan demên dawî de li Sûriye û Îraqê bo ser hêzên Amerîkî têne kirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku Amerîka li hember wan êrîşên ku ji aliyê komên çekdar yên ser bi Îranê ve têne kirin, dilgirane û vê bersifa dijwar ya wan êrîşan bide û hêz û hevpeymanên xwe li hember êrîşan biparêze.

Di berdewamiya daxuyaniya wezareta berevanî de tekez  li ser vê yekê hatiye kirin ku Amerîka amadekariyên pêwîst kiriye û vê di demeke goncaw de bersifa pêwîst û dijwar bide wan êrîşan.

Weke tê zanîn di wan rojên dawî de hem li Sûriye û him jî li Îraqê êrîşî ser hêzên Amerîkî zêde bûne û di nava rojekê de du caran êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li parêzgeha Enbarê ya li Îraqê de hatiye kirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.