Sibê parlementoya Îraqê dicive

sibê civîn ji aliyê parlementerê herî bi temen ve tê organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Aliyên siyasî jî mişxûlî ava kirina hevpeymaniyanin.

Biryare sibê yekşem parlementoya nû ya Îraqê yekem civîna xwe li Bexdayê lidar bixe.

Di civîna yekem de vê parlementerê herî bi temen weke Serokê demkî yê parlementoyê were hilbijartin û pişt re jî parlementer sonda qanûnî bixwen.

Li gor destûrê vê di civîna yekem de Serok û dîwana Serokatiya parlementoyê were hilbijartin, lê pisporên siyasî dibêjin gelek zehmete di civînê sibê de ev hilbijartin were kirin jiber ku piraniya aliyên siyasî mişxûlî ava kirina hevpeymaniyanin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.