Bi Serokatiya Mihemed Helbûsî îro tê Hewlêrê.
Biryare îro şandeke suneyên Îraqê bi Serokatiya Serokê hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî serdana Hewlêrê bike.
Şanda suneyan vê li gel rayedarên Kurdistanê bicive û di civînan de vê nîqaş li ser ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê were kirin.
Herwiha di civînê de şanda mêwan û rayedarên Kurdistanê jî giftûgo li ser postê Serokatiya parlementoya Îraqê bikin.
Weke toreya siyasî ya Îraqê, Serokkomar parê Kurd, Serokê parlementoyê para suneyan û Serokwezîr jî para şîeyane.
Ji aliyeke din ve biryare sibê parlementoya nû ya Îraqê yekem civîna xwe lidar bixe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin