Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Ukrayna Dmytro Kuleba bi rêka telefonê axifîn.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Blinken ji Kuleba re gotiye ku Wshington berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kîevê.
di daxuyanîyê de hat gotin ku Blinken piştgiriya Amerîka ya bê şert ya bo serwerî, serxwebûn û yekîtiya axa Ukrayna diyar kiriye.
Berdevikê wezaretaderve yê Amerîka Ned Price diyar kir ku Blinken û Kuleba ser bersîva bo tevgerên leşkerî yên Rûsya peyivîne.
Wezîrê Derve yê Ukrayna Kuleba jî da zanîn ku Blinken ji wî re gotiye ku di nav NATO de hevkariya bo Kîevê didome.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin