Parlementoya Îraqê dicive

vê dîwana Serokatiya parlementoyê were hilbijartin.
کوردستان TV
100%

Îro yekem civîna parlementoya Îraqê ye.

Biryare îro parlementoya nû ya Îraqê civîna xwe ya yekem lidar bixe.

Di civîna îro de vê parlementerên nû sonda qanûnî bixwen û weke parlementer bi fermî dest bi karên xwe yên zagonsaziyê bikin.

Herwiha biryare di civîna îro ya parlementoyê de yaku ji aliyê kesê herî bi temen ve tê birêvebirin, vê hilbijartin bo dîwana Serokatiya parlementoyê were kirin.

Li gor zaniyariyan, aliyên sune li ser berbijêr kirina kesekê bo postê Serokê parlementoyê lihev kirine û biryare Serokê berê yê parlementoyê Mihemed Helbûsî berbijêrê suneyan be bo vê postê.

Weke tê zanîn di 10ê Cotmeha 2021an de hilbijartinên parlementoya Îraqê bi awayeke pêşwext hatibûn kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.