Erbil 38°C Thursday 28 Aug 19:57

Tirkiye û terorîstên vê darên zeytûnan dibirin

Kobanê jî hatiye topbaran kirin û birîndar hene.
کوردستان TV
100%

Li Efrînê gelek darên zeytûnan hatin birîn.

Li gor zaniyariyên ku dest ketine, di rojên derbasbûyî de li Efrîna dagîrkirî, artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst yên Tirkiyeyê dest bi qut kirin û birîna darên zeytûnan yên Cotkarên Kurd kirine.

Li gor navenda mafên mirovan ya Efrînê, di sê rojên derbasbûyî de li Efrîn û gundên ser bi Efrînê, artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst yên Tirkiyeyê zêdetir ji 500 darên zeytûnan qut kirine û birine Tirkiyeyê. Ev di demekê deye ku di dema hêlbirîna berhemên zeytûnan de jî artêşa Tirkiye û komên terorîst yên Tirkiyeyê berhemên zeytûnan jî didizin.

 

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku duhê artêşa Tirkiyeyê Kobanê topbaran kiribû û di encama topbaran de çend welatiyên medenî ku piraniya wan zarok bûn birîndar bibûn û yek ji birîndaran jî zarokek 6 saliye ku lingê wî jî qut bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.