Termê wî di nava gilêşê de hatiye dîtin.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku, duhê yek ji Fermandarê navdar yê koma çekdar ya Seraya Selam ya ser bi tevgera Sedir bi navê Muslêm Ebû Rîş hatiye kuştin.
Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku Muslêm Ebû Rîş bi 11 guleyan hatiye kuştin û termê wî jî di nava gilêşê de hatiye avêtin.
Nav hatî tawanbarê kuştina Fermandarekî koma çekdar ya Esayibî Ehlî Heqe û tê payîn koma han toleya Fermandarê xwe stendibe.
Heta niha ne Seraya Selam û ne jî Esayibî Ehlî Heq li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin