Biryar bû îro Serokkomar were hilbijartin.
Biryar bû îro 7ê Sibatê civîna parlementoya Îraqê were lidarxistin û têde, Serokkomarê nû yê Îraqê were hilbijartin û çend parlementerên nû jî piştî sonda qanûnî destbikar bibin.
Lê piştî ku pêrê tevgera Sedir û duhê jî firakisyona partiya demokrata Kurdistanê ragihandin ku civîna îro boykot dikin, duhê direngiya şevê hijmareke din ji aliyên siyasî bi taybetî şîe û sune jî ragihandin ku beşdarî di civîna îro de nakin û civîn boykot dikin, lewre tê payîn ku îro civîn neyê lidarxistin û bo demeke din were paşxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin