Hijmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.
Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiyeyê yaku li dijî çekdarên Hûsî yên ku ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin, piştîvaniya hikûmeta Yemenê dike, ragihand ku îro çar caran êrîşî ser çekdarên Hûsî kiriye.
Hevpeymaniya Erebî eşkere kiriye ku, îro balefirên wan çar caran li Senaya paytexta Yemenê, êrîşî ser çend pêgeh û cîhên çekdarên Hûsî kirine.
Heta niha hevpeymaniya Erebî derbarê kuştî û birîndarên Hûsiyan de zaniyarî nedaye û Hûsî jî heta niha di vê derbarê de ti daxuyanî nedane.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin