Rûsya nûnerên xwe naşîne konferansa ewlekarî ya Munîhê

konferans di 18ê Sibatê de tê lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Konferans vê di meha Sibatê de were lidarxistin.

Ajansan nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya îsal nûnerên xwe naşîne Konferansa Ewlekarî ya Munîhê.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokê Konferansa Ewlekarî ya Munîhê Wolfgang Ischinger ragihand.

Konferansa Ewlekarî ya Munîhê îsal dê di 18’ê Sibatê de destpê bike.

Ew konferans bi navê ‘’Davosa Berevanîyê’’ jî tê zanîn.

Di konferansê de ji seranserê cîhanê nûnerên bo ewlekarî û berevanîyê dicivin.

Konferansa îsal li vê demê rast tê ku Amerîka dibêje ewê Rûsya di demeke nêz de Ukrayna dagir bike.

Ji dengê Amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.