Li Meksîkayê 9 kes hatin kuştin

êrîşî ser marasîma veşartina cenazeyekê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Di merasîma veşartina termekê de êrîşî ser xelkê hatiye kirin.

Li Meksîkayê kesekî bi çek hatibû kuştin di merasîma veşartina wî de du êrîşên çekdarî pêkhatin û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyeke basnewsê li bajarê Ciudad Juarez a ser bi eyaleta Chihuahua ya Meksîkayê li hember merasîma meytekî du êrîşên cuda pêkhatin. Di encama wan êrîşan de zarokekî 12 salî û 2 jin jî di nav de bi giştî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Hat ragehandin êrîşa yekem li hember mala şîn lê heyî hatiye kirin û di êrîşa yekem de 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwaha êrîşa duyem jî li dêra ku merasîm dihate kirin pêkhatiye û di encama wê êrîşê de jî 6 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Serdozgeriya eyaleta Chihuahua ragehand, derbarê bûyerê de lêkolîn hatine destpê kirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.