Erbil 38°C Thursday 19 Jun 07:31

Dewleta Qanûnê: Danûstan negehêştin ti encamekê

tevgera Sedir di nava parlementoya Îraqê de xwedan 73 korsiye.
کوردستان TV
100%

Tevgera Sedir û aliyên din yên şîe li ser ava kirina hikûmetê danûstan dikirin.

Îro peyvdarê hevpeymaniya dewleta Qanûnê yaku Nûrî Malikî Serokatiya vê dike ragihand ku danûstandinên wan li gel tevgera Sedir bi dawî hatine.

Peyvdarê hevpeymaniya dewleta Qanûnê Behadîn Nûrî ragihandiye ku danûstandinên koma çarçoveya hevpeymanî ya şîeyan li gel tevgera Sedir bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bêyî ku bigehêjin ti encamekê bi dawî hatine.

Di nava aliyên şîe yên Îraqê de tevgera Sedir karî bû di hilbijartinên Îraqê de piraniya dengan bidest bîne û niha li parlementoyê xwedan 73 korsiye.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.