Amerîka: Rûsye hêzên xwe venekêşaye

Rusye duhê ragihandibû ku hijmarek ji hêzên xwe yên li ser sînorên Ukraynayê vekêşaye.
کوردستان TV
100%

Rûsye gotibû hêzên xwe li ser sînor vekêşaye.

Piştî ku Rûsye çend dêmenên vekêşîna hijmarek ji hêzên xwe yên li ser sînorên Ukraynayê weşand, Amerîka jî ragihand ku ev dêmen nerastin û Rûsye hêzên xwe nevekêşane.

Rayedarên Amerîkî diyar kirine ku dêmenên ku ji esman hatine girtin nîşan didin ku Rûsye  netenê hêzên xwe nevekêşaye belku zêdetir ji 7 hezar leşkerên din şandiye ser sînorên Ukraynayê.

Ji aliyeke din ve duhê hin jêderên nûçeyan qala vê yekê kiribûn ku, hêzên ku Rûsye dibêje me vekêşane, ev hêz bûne ku li navçeya Kirimiya beşdarî di tetbîqateke leşkerî de kiribûn.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.